وڵات

 

WelaT....وڵات

وڵات ئاوه‌دان بێت

کاوه‌ ئه‌مین

ئه‌رشیڤ

Links
کوردی
ئاژانسی هەواڵی فورات
وڵاتی کورد
کوردستان ئۆنلاین
کوردستان ڕاپۆرت
گونده‌که‌م نۆرک
گه‌لی کوردستان
کوردستان نیوز
وێنه‌کانی کۆمار
کوردستانی نوێ
هه‌ولێر
جه‌ماوه‌ر نیوز
ئازادیا وڵات
کوردستانان
جودی نویز
ڕۆژی وڵات
ڕێنێسانس
پوک مێدیا
کڵاوڕۆژنه‌
ک. پۆست
ده‌نگه‌کان
هاوڵاتی
په‌رتووک‌
په‌یامنێر
نێت کورد
به‌درخان‌
وارڤین‌
هه‌ڵوێست
ڕوانگه‌
ڕۆژهه‌ڵات
جه‌ماوه‌ر
ڕۆژنامه‌
چاودێر
ستاندار
ئاسۆ
ک.نێت
ڕووداو
شه‌قام
هه‌تاو
خه‌بات
گوڵان
ڕامان
ئاوێنه‌
ئه‌مرۆ‌
لێداوان‌
بۆکان‌
ڕووبه‌ر‌
سبه‌ی
هه‌واڵ
ئاران
لڤین
میدیا
زه‌نگ
نه‌وا
وڵات
خاک
چه‌تر
چاک
نووسه‌ران

مه‌سعود محمه‌د
جه‌مال نه‌به‌ز
شێرزاد حه‌سه‌ن
هاوڕێ باخه‌وان
سایته‌ کوردییه‌کان


Koord
لینکی په‌روه‌رده‌ و خوێندن

فێرگه‌ی کوردی
کۆڕی زانیاری
کوردیپێدیا
ته‌ڤگه‌ری زمان
فێربوونی زمان‌
زمانی کوردی ‌
زمانی دایک
وێنه‌و ده‌نگ
په‌پووله‌
گه‌شه‌
لینکی سوێدی

Swedish

Dagensnehter
kurdistannytt
Claes Nordmark
Aftonbladet
Språkrådet
Expressen
Riksdagen
Rexnet
Dayik
Jnienazad
Sverige
Tempus
rojev
Komar
Beyan
Svd
لینکی عه‌ره‌بی

Asharqalawsat
Al-kurdya
Al-hayat
Rezgar
لینکی ئینگلیزی

khirkhazi
Washingtonpost
Kurdishmedia
Turkish Daily
Kurdishinfo
Save Rojtv
Al-jazerra
the nation
Asiatimes
Anatolian
Rastibini
Chomsky
Dozame
Vladimir
Reuters
News
Iran
BBC
{tv&radio}
Sr
Svt
Tv4
Metv
Roj tv
Newroz tv
Kurdsat
Dengyi mez.
Kurdistan tv
Dengyi emrika
Englizi-kurdyi

کاوه‌ ئه‌مین

kawe35@hotmail.com

*****

26 september 2009

Rojnamevanên Me Bi Yasaya Swêdî Jî Rizgar Nabin

Kawa Emîn
Berî çar hefteyan rojnamevan û wênegirê Swêdî Donald Bustrom di rojnameya ‘Aftunibladit’ a Swêdî de gotarek li ser pirsgirêkên Filistîn û Îsraîl bi navê “Endamên Laşê Kûrên Me Didizin” bi sedemê sarbûna peywendiyên dîplomatîkî yên navbera Swêd û Îsraîl belav kir. Gotar behsa kirîn û firotina endamên laşê mirov dike ku çawa yên ji aliyê Îsraîliyan ve tên kuştin, endamên wan derdixin û da carekî din di laşê mirovekî din ku pêwîstiya wî/ê bi wê endamê heye, neyê bikaranîn.



Donald Bustrom nikarîbû di gotara xwe de tu belgeya konkirêt pêşkêş bike, lê dîsa xwe dispêre gotinên Filistîniyan (ên bi guman in Îsraîlî wê kiryarê dikin) ên hatin kûştin. Ev yek jî bû sedema wê yekê ku Bustrom ji aliyê hinek rojnameyên Swêdî ve bê rexnekirin. Herwiha çend wezîrên Îsraîlî bi tundî rexne li navbirî girtin û bi fermî daxwaz ji Hikûmeta Swêdî kirin nivîsên wî şermezar bikin. Heya Wezareta Derve ya Îsrailê balyozê Swêd ê li Telavîv’ê da lêpirsîn, lê Swêd hewlanên Îsraîliyan bi cîddî wernegirt. Ji ber ku yasaya bingehîn a Swêdê mafê azadiya fikrînê misoger kiriye û naxwaze dijî qanûnên xwe pêngavan bavêje. Dibe ku dadgeh pirsgirêkan yekalî bike, ne siyaset. Lê heya niha Îsraîl li ser rexneyên xwe pêdagir e û li Amerîka jî giliyê wê rojnameyê kiriye.



Lê li gel ku yasa mafê kes û gruban diparêze jî, nabe bê belge hestê tu kes û grubekê di nav civakê de bê şikênandin. Qanûna rojnamevaniya Swêd dibêje: “Rola ragihandinê di nava civakê de ji bo prastina civakê ye. Divê gihandina nûçeyê pir alî û hûr be.” Herwiha, divê rojnamevan “Bi başî li çavkaniyan lêkolîn bike, û agahiyên bingehîn ên şîn û birînan sax bike, divê derfetek wiha bo xwendevanan bihêle ku bikarin belge û nirxandina rojnamevên ji hev cuda bikin.”



Mebesta me ji vê mînakê ewe gelo rêbazên rojnamevaniya Başûrê Kurdistanê, heya kîjan astê li gel nirx û standartên cîhanê diguncin? Li başûrê Kurdistanê ji piştî serhildana 1991an bi sedan rojname û kovar derketin, lê piraniya wan ne serbixwe lê bi piştgiriya hizb an berpirsan derdiketin. Ez tenê dixwazim bi kurtî aliyên rewişta rojnamevaniyê li berçav raxînim.



Yek ji wan diyardeyên kirêt ên dema şerê navxwe û heya niha jî sîha xwe bi ser hinek rojname û rojnamevanan vegirtiye; diyardeya navxirabkirin û dijûnan e ku rojane xwendevanên Kurd rastî wan tên. Kîn û çavnebarî jêderê hevdu piçûkkirin û xebergotinê ye. Heya gihîşt vêya ku meriv, kesûkar, jin, keç û mêr û heya mirî jî bikevin ber êrîşan de. Nizanim kîjan helbestvanê klasîk ê Kurd gotiye; “Ger to xot kosey xalo be rîşî baw bapîranit çî.” Niha ev di aliyek din de şikest aniye, di dawî de ger kur yan keça kesekî xirab be, gunehê dayik û bavê wî çiye yan jî berevajî. Lê beşek ji rojnamegeriya Kurdî berpirsiyarî û erkên xwe jidest dane, gelek caran rola dadgeh û mixalîf dilîzin. Dema ev di nava rojnamegeriya welatên demokrat de xwedî tecrubeyên dûr û dirêj ên ragihandinê ne.



Îro li Herêma Kurdistanê derxistina rojnameyan û rojnamevanî pêdagir e cihê rêvebiriya welatên Ewrûpa bigre. Ji ber vêya her çend genc li hev kom dibin, çavkaniyek darayî ku bi piranî ji aliyê hizban ve tê misogerkirin, peyde dikin û destpê dikin rojnameyekê derdixin. Bi rastî cihê pirsê ye gelo çawa kesek nikarîbe heya polê 6ê amadeyî bixwîne û bibe rojnamevan, heya edîtor jî? Diyar e li vê derê armanca min ne nivîsîn û nivîskarî ye, ji ber nivîsandin û bi taybetî jî roman û çîroknivîsî ji rojnamevaniyê cuda ne. Rojnamevanî pîşe ye, yanî bi kêmanî divê ew kesê dibe rojnamevan xwediyê pileyeke bilind a xwendinê be. Divê li vir cudahî di navbera kolumnistî û karê rojnamevanî de jî bê kirin.



Paşketina rojnamegeriya Kurdî ya demê, metirsiyek mezin e li ser pêşeroja rojnamegeriya Kurdî ya li Herêma Kurdistanê. Divê bi awayekî sînor jê re bên diyarkirin, ku bibe sedemê bawerîkirina civakê bi rojname û rojnamevanan. Ev nayê wê wateyê ku azadiya fikirînê bê sînordar kirin. Di piraniya rojnameyên cîhanê de perek bo nerînên hevwelatiyan tê veqetandin û dikarin tê de çavdêriya siyasî bikin û aliyên peywendîdar girîngiyeke zêde didinê. Wek mînak, rojnameyên Swêd her çi nivîsa bigihîje wan belav nake, yanî “Sansor” heye. Edîtor biryar dide kîjan gotar bê belavkirin, lê gelo li Kurdistanê ev tê peyrewkirin? Çiqas rojname û kovarên li Kurdistan’ê, her çiqasî siyaseta wan dijî ‘Neyaran’ be, bê sê û dû belav dikin. Lê ne amade ne ku peyveke bi belge ger dijî wan be, belav bikin.



Sendîka Rojnamevanên Kurdistanê bi xwe jî naveşêre ku pêkhateyek hîzbî ye û piraniya endamên wê ji aliyê hizbên wan ve tên wezîfedarkirin. Ger gelek caran xwestine xwe serbixwe nîşandin jî, lê ji ber ku rizqê wan di destê hizba wan de ye, nikarin serxwebûna xwe biparêzin. Dibe ku mînakek baş a serbixweyiya wan di hilbijartina vê dawiyê yên Başûrê Kurdistanê rasterast xwe nekirin alîgirên aliyekî taybet. Rojnamevan dikarin endam û alîgirê partiyek siyasî bin, lê nikarin fikr û dîtinên partiya xwe bi ser sendîkayê de zal bikin. Her ev jî bû ye sedemê serhildana paşveçûnên ku rûbirûyê rojnamevaniya Kurdî bûye.



Ji bo rojnamevaniya Kurdî jî wek welatên din bibe deshilatdariya çarem, divê ji nû ve hemû şert û mercên ku bo rojnamevan û rojnameyan hatine destnîşankirin, li ber çav bên derbaskirin. Ji bo vê jî dikarin sûd ji ezmûn û qanûnên rojnamevaniya cîhanê yên cihên baweriyê ne, werbigirin. Ger rewş bi vî awayê niha dom bike, wê demê li Kurdistanê etîka rojnamevaniyê ber bi pirtikînê ve biçe. Wê civak jî ber bi gendeliyê ve biçe, rûmeta kesan, grûbên olî, etnîkî û netewî li nav piyan biçe.


ä ä ä