Bo Hemû Dawît Îsak`an
Kawe Emîn
Çend rojên din saleke nû tê, nayê bîra min li ku dibêjin, hêvîdar in sala nû yan jî Newroza dahatû li Kurdistaneke azad û serbixwe, biborînin. Sal hatin û sal çûn, beşekî Kurdistana me azad bû lê ne tenê em venegeriyan lê jimareke zêde ya Kurdên din bar kirin welatên din û rûbirûyê qedera xwe bûn.
Bi rastî min dixwest nivîsa min a dawî ya îsal di Rûdawê de behsa Kurdistanê neyê kirin lê Kurdan gotiye "Hemû rê diçin Bane", yan wek Ewrûpî dibêjin diçin Romayê. Gelo çima ji hemû bajarên Kurdistanê Bane hilbijartine, dibe ku ne jiber gulên zer û sor ên Silêman Begê yên Bane be, lê her ku navê Bane tê gotin dilê min dike kurp-kurp jiber min çend mehên xortaniya xwe li wî bajarî borandine û gelek serpêhatiyên tehl û şêrîn di deftera bîranên xwe de li wir tomar kirine.
Zindan bo me Kurdan, vêca wek takekes yan wek welat heta em dagirkirî bin, her zindan e ku li derveyê Kurdistanê jî bin rast e bi laş em azad in ji tirsa vê yekê nebêjin babayekî dîktator e û xwe wek nûnerê dîasporeyan wesif dike mine bigota em hemû lê ger tenê behsa xwe bikim dê bêjim li vir jî ruhê min zindankirî ye êdî were û behsa hezaran zindaniyên siyasî bike ji welatê me bigre heta cihê herî dûr ê vê cîhanê, gelo divê ew çi bibêîjin!
Dema helbestên şehîdê nemir Mele Elî dibihîzim ku li zindana Musilê nivîsandine û serbilindiyê dike pêlavên wî ji wê bilindiyê ve dibîne li ser serê celadê xwe, şerm dikim û dibêjim erê me çi kiriye bo welatê xwe? Van rojan di Facebook de siyasetmedarekî Swêdî bo min nivîsandibû ku gelo tevî xwepêşandanên ku dijî Tirkiyê tên kirin, dibim. Gelek caran li gel axaftina Xandî bûm dema dibêje: desthilata navmalî ya herî xirab ji desthilata dagirker a herî baş, baştir e. Lê niha dikim poşman bibim, axir ku ser ekranên partiyên desthilatdar ên Kurdistanê wan pîrejin, seqet û nexweşan dibînim bi çavên tije rondik daxwaza hevkariyê dikin li Kurdistana ku xaka wê wek gewher e û bi zêrê reş û zer xemilandî ye!
Dema di raporên rêxistinên mafên mirovan ên rojavayî de jî behsa binpêkirinên mafên mirovan li Kurdistana me dikin, divê em hemû ji xwe şerm bikin, mane dema van rêxistinan rexne li Sedam, Sûriye, Îran û Tirkiyê digrtin, wan wek yên me yên niha bi tundî red dikirin û digotin û dibêjin keremkin werin li zindanan bigerin, em demokratîk in û hun rojavayî me dixapînin.
Eritrya welatekî Efrîqya ye ku piştî çend salan ji şerê dagirkeriyê û şerê li gel Ethopya, serxwebûna xwe stand. Hezaran kes xwe kirin qurbanên serweriya welatê xwe lê niha jî bi sedan kes her sal ji welatê xwe bar dikin û bi dehan jî jiber hincetên cuda û sextet tên zindankirin.
Dixwazim vê gotarê bi çend xêzan liser jiyana rojnamevanê Erîterî Dawît Îsak, ku beriya heşt salan li gel hinek rojnamevanê rexnegir ên din de di 23ê îlona 2001an de hatin zindankirin, bidawî bînim. Dawît Îsak ku nasnameya wî ya Swêdî û Erîterî jî heye bi mebesta beşdarîkirinê di proseya demokratîk a hikûmetê de vegeriya Erîterya û di mezintirîn rojnameya welat de ku liser mafên mirovan û demokrasiyê gotar û rapor belav dikirin, destbi kar kir. Lê meha hungivînî zêde neajot, Dawît û hinek kesên din hatin desteserkirin, tiştê balkêş ku Hikûmeta Erîterya rê nade ne Swêdî û ne jî Xaça Sor û merivên navbirî ku serdana Dawît Îsak bikin. Sîstemê girtîgeha Erîterya wek gelek welatên din sîstemeke sitemkar e, zindanî bêhtir li jêr zeviyê û di çalên kolandî de tên girtin û piraniya wan heta sax in nema derve dibînin.
Li gel ku piraniya sernivîskarên rojnameyên navdarên Swêdê û dehan kesayetiyên rewşenbîr û siyasetvan daxwaza berdana Dawît Îsak dikin jî, lê belê rêjîma Erîterya ne ku bi tenê daxwaza wan red dike, lê rê jî nade sê zarokên wî ku serdana wî bikin. Rojnameya Express a Swêdî ji roja ku Dawît Îsak hatiye girtin, her roj wêneyekî û jimara rojên ku li zindanê diborîne, belav dike. Hinek rojnamevanên Swêdî rexne li Hikûmeta Swêdê digrin ku xemsariyê dike bo berdana Îsak, nemaze Wezîrê Derve yê Swêdê Karl Bîldt ku mirovekî zêde konservetîve û guman hene ku li gel şîrketên petrolê li welatên hejar hevpişk bûbe berî ku bibe wezîrê derve yê Swêdê.
Dawît Îsak û hezaran girtiyên siyasî li dinyayê li benda wê rojê ne ku bi dîtina kesûkar û hezkiriyên xwe şa bibin, ger di pratîkê de tiştek ji me neyê, divê bi kêmanî em dengên xwe bixin nik dengê milyonên mirovên ku bo azadî û jiyaneke baştir û rêzgirtina mafên mirovan xwe xistine metirsiyê û daxwaza azadbûna wan bikin.
Bi hêviya cîhaneke ciwantir û mirovdostir, heta nivîsîneke din her di xweşiyê de bimînin û bila welatê me avakirî be, hay jê hebin mirovên çewsandî û hejar jibîr nekin, Kurdan berê gotiye "Dil neynika dil e."